Li Gelsenkirchenê Kurd û welatiyên ji Derya Reş ji bo HDP'ê dixebitin

Li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê, Kurd û welatiyên ji herêma Derya Reş, ji bo destekkirina HDP'ê bi hev re dixebitin.

Li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê, Kurd û welatiyên ji herêma Derya Reş, ji bo destekkirina HDP'ê bi hev re dixebitin.

Li bajarê Gelsenkirchenê, der heqê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, HDP'yiyan civîneke amadekariyê lidar xistin.

Di civîna hilbijartinê ya li avahiya Komeleya Alternatîf de rêveberên Meclîsa Kurdan a Gelsenkirchenê û komeleyê amade bûn.

'WEZÎFEYÊN GIRAN DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ'

Rêveberê Komeleya Alternatîf Alî Mahîr Abdîk axaftina vekirinê ya civînê kir û diyar kir ku weke welatiyên ji Derya Reş ên li Ewropayê ew HDP'ê silav dikin. Abdîk diyar kir ku ew ê bi Kurdan re tevlî xebatên ji bo destekkirina HDP'ê bibin.

Rêveberên Meclîsa Kurd a Gelsenkirchenê jî dan xuyakirin, ku heta hilbijartinê wezîfeyên giran dikeve ser milê her kesî û û anî ziman ku girîng e di çarçoveya vê xebatê de ew xwe bigihînin Kurdan û welatiyên ji Derya Reş.
 
JI BO DESTEKKIRINA HDP'Ê ŞEVA DERYA REŞ

Di civînê de ji rêveberên Komeleya Alternatîfê ya welatiyên Derya Reş û Meclîsa Gel a Gelsenkirchenê komîteyeke hevpar a hilbijartinê hat avakirin.

Rêveberên Komeleya Alternatîf diyar kirin ku ew ê bi dirûşma "Ji Derya Reşiyên li Ewropayê silav ji HDP'ê re" şeveke piştevaniyê lidar bixin.