Li Gelsenkirchen salvegera 12’ê Îlonê hat protestokirin
Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê di pêşengiya Komeleya Alternatîf û TJK-E de darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin.
Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê di pêşengiya Komeleya Alternatîf û TJK-E de darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin.
Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê di pêşengiya Komeleya Alternatîf û TJK-E de darbeta faşîst a 12’ê Îlonê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Di mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka Komeleya Alternatîf Gulê Çelîk axaftinek kir. Çelîk got: “AKP û alîgirên Erdogan ên li Kobanê û di hilbijartinan de têk çûn, li Cizîrê gelê Kurd qetil dikin. Bêdengiya li hember vê bê wijdanî ye.”
Di mîtîngê de li ser navê DÎDF daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîst e Erdogan û alîgirên wî destên xwe ji van polîtîkayên qirêj bikişînin. Ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê jî banga piştevaniyê li rêxistinên demokratîk hat kirin.
Ji Komeleya Alternatîf Alî Mahîr jî diyar kir ku 12’ê Îlonê bi AKP û Erdogan didome.
Di axaftina li ser navê Dîe Lînke jî hat diyarkirin ku wê êdî ti hêz nikaribe pêşiya gelê Kurd bigire.
Piştî axaftinan koma Şano ya Navenda Essenê zehmetiyên ku gelê Cizîrê jiyan bi lîstikekê hat nîşandan.