Li gelek navendan komkujiya Sêwasê hate şermezar kirin
Li gelek navendan komkujiya Sêwasê hate şermezar kirin
Li gelek navendan komkujiya Sêwasê hate şermezar kirin
Komkujiya Madimakê li Colemêrg, Dêrsim, Elezîz, Edene, Mûş û Hatayê ji aliyê hezaran kesî ve hat şermezarkirin, kesên komkujî pêkanînê û piştgirî dane kujeran hatin neletkirin.
COLEMÊRG
Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê bi şîara 'Agirê komkujiya Sêwasê 20 salin kezeba me dişewitîne' civîna çapemeniyê lidarxist. Berdevkê demî yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê Cemal Balikesîr diyar kir ku, 20 sal in berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin û wiha got: "Tam 20 sal li ser komkujiya Sêwasê ku wekî sûcê mirovahiyê di dîrokê de hatiye qeydkirin derbaz bû.Em kesên ku ev 20 sal in kezeba me dişewitînin, yên komkujî pêk anîne, çemka şaş ya dewletê, hikumetê, darazê û kesên ku 20 sal in kujeran diparêzin nelet dikin. Balikesîr diyar kir ku, bi zanebûn berpirsyarên komkujiyên Meletî, Gurgum, Çorûm, Roboskê û Taxa Gaziyê tên veşartin û parastin. Balikesîr anî ziman ku mirovahî bi vî rengî ji bîr nake û canên ku di komkujiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.
ÇELÊ
BDP'a Çelê bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu, rêvebirên BDP'ê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Serokê BDP'a Çelê Servet Tunç, bi bîranîna Medenî Yildirimê ku li Lîcê hatibû qetilkirin bi dest axaftinê kir û wiha got: "Em êrîşa li Lîcê li hember gel pêk hatiye şermezar dikin û dibêjin bila berpirsyar tawilê bên cezakirin. Em van bûyeran wekî provokasyon bi nav dikin." Tunç bi bîrxist ku 20 sal berê li Otela Madimakê komkujiyeke hovane pêk hatiye û wiha got: "Hesab ji kujeran nehatiye pirsîn û kujer di saziyên dewletê de dixebitin. Em li vir wekî gelê Çelê bangî hikûmetê dikin û dibêjin hesab ji kujeran bipirsin û wan bidarizînin. Ger hikûmet berpirsyariya xwe neyne cih hevkarê komkujiyê ye."
DÊRSIM
BDP'a Mazgêrd û Qislê di 20'emîn salvegera komkujiya Sêwasê de li navendên navçeyê daxuyanî dan. Di çalakiyan de dirûşma 'Sêwasê ji bîr neke, nede ji bîrkirin' hatin qîrkirin. Serokê BDP'a Mazgêrdê Mustafa Sezgîn diyar kir ku, êşa komkujiya Sêwasê di kezeba xwe de hîs dikin û wiha got: "Ji Pîr Sultanan heta Seyît Riza, qizilbaşên ku li ber xwe didin tu caran li ser sifreya Hizir Paşayan rûneniştin. Serî netewandin. Têkoşîn û berxwedana Sakîne û Mazlum Doganan dê rêya me ronî bikin. Di çalakiya Qisê de bi sedan kes hatin cem hev û bênavber dirûşma 'Şehîdên Sêwasê nemir in' qîr kirin. Piştî daxuyaniya 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
XERPÊT
Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD)a Xerpêtê jî bi heman armancê li Garaja Hozatê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa PSAKD'ê Alî Ekber Mercan daxuyanî xwend û wiha got: "Madimak 20 salin dişewite. 20 salin çand, bawer, hembûn û her aliyê elewiyan dişewite. Biryara Madimakê ya demboriyê şerma mirovahiyê ye." Mercan bûyerên di rojevê de jî nirxandin û wiha axivî: "Li Roboskiyê bi bombeyan ciwan perçekirin, li Reyhanliyê bi destê çeteyan gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo pirsgirêka Kurd sabote bikin çêkirina qerekolan didome û welatiyên li dijî vê yekê derdikevin li Lîceyê hatin gulebarankirin û Medenî Yildirim jiyana xweji dest da." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
EDENE
Li Edeneyê ji bi heman armancê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li Parqa Abidîn Dîno daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Agirê komkujiya Sêwasê 20 salin di dilê me de dişewite. Me ji bîrnekir û em ji bîrnakirin" hate vekirin û sloganên "Dewleta qatil dê hesabê bide", "Bijî piştevaniya cîniyê" û "Sêwasê ji bîrneke û nede jibîrkirin" hatin qîrkirin. Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, Sekreterê TÎS'ê yê Hiqûqê yê KESK'ê Alî Kiliç, Serokê Gişti yê SES'ê Dr. Çetîn Erdolu û Sekreterê Giştî yê SES'ê M. Siddik Akin, ÎHD, HDK, DÎSK, TMMOB, ÇHD û Halkevlerî tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Edene û Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Edene Kamuran Karaca, diyar kir ku 20 salin qatil ji aliyê dewletê ve tên parastin. Karaca, anî ziman ku komkujiya Sêwasê jî weke komkujiya 1'ê Gulana 1977'an, Meletî, Gurgum, Çorum û Taxa Gazî tê veşartin.
HATAY
Endamên Platforma Demokrasî û Kedê yên Îskenderunê ji bi heman armancê li Parqa Karaagaç 2 Temmuzê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê Demê yê Endamên Platforma Demokrasî û Kedê Hasan Koyuncu daxuyanî xwend û wiha got: "Di pêvajoya aştî tê axivîn de li aliyekî navê pirsa li Stenbolê tê çêkirin Yavuz Sultan Selîm ê ku 40 hezar elewî qetilkirin lê dikin li aliyê din behsa pirsgirêka elewiyan dikin, ev yek durûtiye. Bi guherînên par pêk anîn pergala perwerdehiya olî pêk dianîn. Ligel biryara DMME'yê li hemberî zarokên elewî ders olî ya bi rozê pêk tînin. Elewî azadiya bawerî û çanda xwe dixwazin ji tu kesî tiştekî naxwazin. Heke hikûmet dixwaze tiştekî bike bila navê pirsa sêyemîn biguhure."
Piştî daxuyaniyê li Cemxaneya Îskenderunê bîranîn pêk hat û li parqê guhdariya muzîkê pêk hat.
MUŞ
Li Otêla Sêwasê Matmakê di 2’ê Tîrmeha sala 1993'ê yan de 33 Rewşenbîr hatibûn qetilkirin de li muşê hatin biranîn. Li ber derê Şardariya Muşê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin û di daxuyaniya çapemeniyê de Palementerê BDP'ê yê Muşê Demir Çelik û gelek rêveberên saziyên civaka sivîl beşdarbûn. Her wiha bi dûruşmeyên "Bijî biratiya gelan", "Li berxwebidin em serbikevin", "Kurdistan wê ji faşista re bibe goristan" qîrkirin.
Di daxuyaniyê de "Hukumet pêngava bavêje" "Duh Madmakê îro jî Raboskî", "Hitler zindî dibe" pankart hatin hildan. Daxuyaniya ji aliyê Pilatfurma Şaxê Muşê Ercan Yildirak ve hati xwendin de û bi piranî ku: "Qetliama Sêwasê bi desteka dewlet'ê hatiye kirin û li ser qetliamê re 20 sal derbaz dibin lê 20 salin yên ku cegera me şewitandin û qetliama pêkanîn ne hatine darezandin. Em wan kesên ku qetliam pêkanin, dewletê, hukmetê û tevayi kesên ku destê wan di vê qetliamê de heyin em wan nelet û şermezardikin. Di qaltiama Sêwasê de gelên cûda, olên cûda û mezhefên cûda di nav de, her wiha gelek rewşenbîr, dîrok zanên vî gelî bi giştî 33'ê mirovên bê guneh ji aliyê dewletê û hukmeta wê ve hatin qetilkirin. Vê bûyerê di dîroka mirovahiyê de "weke deqek reş" cihê xwe çêkir û derbazdibe. Her wiha piştî daxuyaniyê Palementerê Muşê yê BDP'ê Demir Çelik ji nêrinên xwe anîn ziman û got: "Ji bona ku ev dema çareseriyê were pêşxistin divê meclis nekeve dema xwe ya bêhindanê de û divê hukmet ji samîmyeta xwe diyarbike û gavên ber biçav bi avêje. Piştî axaftina Demir daxuyani bi dawî bû.