Li gelek bajaran kongreyên NCDK'ê pêk hatin

Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarên Bremen û Hamburgê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarên Bremen û Hamburgê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

LONDON

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li herêma Haringey a Londonê ye, bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan kongreya xwe pêk anî. Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, tevlî kongreyê bûn.

Hevserokê KONGRA-GEŞ Remzî Kartal jî bi rêya Skype ji beşdarên kongreyê re axivî û rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Alî Poyraz jî bal kişand ser girîngiya xurtkirina çalakiyên li dijî tecrîdê.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û karê pratîkî yê salekê, hilbijartin hate kirin û ji bo Meclîsa Gel a Demokratîk a Londonê 45 kes hatin hilbijartin. Nejla Arî û Mehmet Kardû jî ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Komeleya Bratî e.V. kongreya xwe pêk anî.

Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li kongreyê axivî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû hate hilbijartin.

GRAZ

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, bi beşdariya 110 delegeyan 6'emîn Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Bi navê Civaka Azad a Awûstûryayê Xalis Sever li kongreyê axivî û diyar kir, divê her kes hîn bêhtir xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin.

Di dawiya kongreyê de tevî hevserokan 45 kes ji bo 9 komîsyonan hatin hilbijartin.

HAMBURG

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê kongreya xwe pêk anî.

Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin û meclîsa nû ya ji 81 kesî hate hilbijartin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya salane pêk anî.

Piştî ku Hevserokê DEM-NED'ê Engîn Yûrtsever rewşa dawî ya siyasî nirxand, meclîsa nû hate hilbijartin.