Li gel alîkariya ji mîlyaran dolarî pêşî li Ebola nayê girtin
Li gel alîkariya ji mîlyaran dolarî pêşî li Ebola nayê girtin
Li gel alîkariya ji mîlyaran dolarî pêşî li Ebola nayê girtin
Di têkoşîna li dijî şewba Ebola de, hînê serketinek bi dest neketiye. Li gelek welatan fonên ji mîlyaran dolarî ji bo têkoşîna li dijî ebola hatiye veqetandin, lê hînê derzî û dermanê karibe vîrûsê ji holê rake, peyda nebûne.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî Ebola de, Yekîtiya Ewropayê (YE) foneke din a ji 280 mîlyon euroyî veqetand. Serokê DYA Barack Obama jî, roja Çarşemê ji Kongreyê xwestibû ku budçeyeke din a ji 6,2 mîlyar dolar (5 mîlyar euro) bê veqetandin.
Komîserê ji lêkolînan berpirsyar ê Komîsyona YE Carlos Moedas da xuyakirin, ku alîkariyên nû yên madî wê li çêkirina derzî û dermanên li dijî ebola bên bikaranîn. Alîkariya madî ya YE bike wê nîvê wê ji fonên yekîtiyê, yê mayî jî ji pîşesaziya dermên bê dayîn. Bi fona adwî re budçeya YE û dewletên endam li dijî ebola veqetandine, gihaşt 1 mîlyar euroyî.
Alîkariya ji 6,2 mîlyar dolarî ya Serokê DYA Obama ji Kongreyê xwest jî, wê ji bo şewb bê kontrolkirin û nexweş li welatên lê ne bên dermankirin, were bikaranîn. Ev budçeya zêde ya pêşkêşî erêkirina kongreyê hat kirin, wê ji bo çêkirina derzî û dermanê li dijî ebola bê bikaranîn.
Vîrûsa Ebola ku cara yekemîn di sala 1876'an de li Zaîre (Bi navê xwe yê îro Komara Kongo ya Demokratîk) derket holê, li Afrîkayê bi dehan caran mîna şewbê xwe nîşan da û rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir. Şewba ebola ya herî kujer îsal hat dîtin û hînê dewam dike. Şewba îsal destpêkê li Gîneyê rê li ber mirina bebekê 2 mehî vekiribû. Piştre di nava mehan de li welatên cîran Lîberya û Sîerra Leone belav bû. Heta niha 13 hezar 42 kes bi şewbê ketine û ji van 4 hezar 818 kesan jiyana xwe ji dest dane.
TEDAWIYA WÊ HÎNÊ NEHATIYE DÎTIN
Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê bê girtin, di seferên balafir û keştiyan ên ji Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê de, kontrolên berfireh tên kirin. Ji bo tedawiya nexweşiyê jî li welatên DYA, Fransa, Rûsya, Qanada, Swîsre û gelek welatên din lêkolînên li ser çêkirina derziyê dewam dikin. Gelek test û derziyên li dijî ebola hatine çêkirin, hînê di asta ceribandinê de ne.