Li Gebzeyê polîsan êrîşî malbatên girtiyan kir

Polîsan li Gebzeyê dîsa êrîşî çalakiya malbatên girtiyan kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di 1’ê Adarê de jî 7 hezar girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. 30 girtî jî di rojiya mirinê de ne.

Malbatên girtiyan cara 40’an xwestin biçin pêşiya Girtîgeha Gebzeyê û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu û Omer Farûk Gergerlîoglû jî tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan zext li malbatan kir. Malbatan diyar kirin ku ew ê deng bidin berxwedana zarokên xwe.