Li Gebzeyê di êrîşê de gelek dayik birîndar bûn

Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin û gelek dayik birîndar kirin.

Dayikên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, cara 42'an gihîştin Gebzeyê. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek kesan piştgirî dan çalakgeran.

Polîsên Tirk careke din êrîşî dayikan kirin û li dayikan û parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu xistin. Hevseroka HDP'ê ya Gebzeyê Damla Bagci û Dilara Ozgonen jî destgîr kirin.

Ji ber tundiya polîsan dest û milên dayikan werimîn. Gelek dayikên girtiyan ji hişê xwe çûn. Yek ji dayikan got, "Êdî bes e, kurê min li zindanê dimire" û nerazîbûn nîşan da. Polîsan her wiha wêne û dîmenên ku rojnamevanan kişandin, bi zorê jê birin.

Polîsên Tirk dayik bi zorê li wesayitan siwar kirin. Dayikên girtiyên berxwedêr bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" ji qadê çûn.

Dayikan ragihandin, wê biçin nexweşxaneyê, li ser lêdanê raporê werbigirin û giliyê polîsan bikin.

Polîsan her wiha heqaret li Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu kirin.

Xizmên girtiyên berxwedêr ragihandin, wê roja Sêşemê careke din li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê li hev kom bibin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî dan.