Li Gazzeyê 40 hezar kes hatin vegûhestin
Li Gazzeyê 40 hezar kes hatin vegûhestin
Li Gazzeyê 40 hezar kes hatin vegûhestin
Ji ber karasatê bajarê Filistînê Gezze ya ku navê wê hîn jî di warê amborgoyê de di rojevê de ye hat valekirin. Ji ber bahozê 40 hezar kes hatin vegûhestin.
Li Gazzeyê ji ber bahoza bihêz ya bi rojane didome û barana zêde ji hêrêm ku dibin avê de mane 40 hezar kes hatin vegûstin.
Berdevkê Parastinê yê Gazzayê Mihemed al-Meydan daxuyanî da ajansa Rûsyayê RIA Novostî yê û destnîşan kirin ku ji berî çend rojan li Gazzeya Şeriyê bahoza ji ber berf û bajara li Misrê, Sûriyê, Îsraîlê û Libnanê ve tê gelek bandoriya xwe kiriye.
Li hinek herêmên ku avê lêdane bilindbûna avê ji 2 metreyan derbas kiriye. Li Gazzeyê ji ber ava ku ketiye li malan de gelek kes perîşan bûne.
Hat zanîn ku ji ber bahozê bi sedan kes birîndar bûne û zarokekê jî jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku ziyana madî ji 60 milyon dolaran derbes kirî ye.
Li rexmê heva dijwar jî xebatên rizgar kirinê tên meşandin.
Li bendêye ku îro alîkariya mirovî bigihêje Gazzeyê. Artêşa Îsraîlê destor daye ku alîkarî li ser sinor re derbas bibe.
Sedemê sereke yê bandarikirina barana zêde li Gazzeyê û mirovên wê amborgoya Îsraîlê ye. Ji ber ambargoyê derfetnayê dayîn ku binesaziya wê pêşbikeve.