Li Gaziyê komkujiya Sêwasê hate bîranîn
Li Gaziyê komkujiya Sêwasê hate bîranîn
Li Gaziyê komkujiya Sêwasê hate bîranîn
33 rewşenbîrên ku li Sêwasê hatibûn qetilkirin li Taxa Gaziyê bi meşekê hatin bibîranîn. Di meşê de peyama 'Ronahiya Sêwasê venemirî û venamire' hat dayîn.
Platforma Piştevaniya Gaziyê 33 rewşenbîrên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de di Otela Madimakê de hatibûn qetilikirn bi bîr anî. Ji Cemxaneya Taxa Gaziyê heta Parka Gazî meş hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û di meşê de wêneyê 33 kesan hatin hilgirtin û di çalakiyê de bênavber dirûşmên wekî, 'Ronahiya Sêwasê venemirî û venamire', 'Gazî û Lîcê mil didin hev', 'Şehîdên şoreşê nemir in' hatin qîrkirin. Endama Lijneya Rêveberiyê ya Kongreya Demokratîk ya Gelan Hatîce Altinişik axivî û diyar kir ku, 20 sal in berpirsyar nehatine cezakirin û wiha got: "Wekî komkujiyên din kujerên komkujiya Sêwasê jî nehatin cezakirin. Ji ber ku di vê komkujiyê de tiliya dewletên serdest hebûn."
Altinişik bertek nîşanî çêkirina qereqolên ku li herêmê tên çêkirin da û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê bi çêkirina kaleqolan ve pêvajoya bêpevçûn ji holê radike. Li Dêrsimê navendên olî di bin avê de dihêle." Altinişik got divê hikûmet ji bo aştiya civakî bi komkujiyên wekî Dêrsim, Sêwas, Roboskê û Lîcê re rû bi rû bibe û wiha got: "Hûn neçarin daxwazên gel bînin cih. Gel aştiyê pêk tîne. Hûn û faşîzma we neçare têk biçin."
Halîl Îbrahîm Şeker daxuyanî xwend û diyar kir ku, li Sêwasê çi pêkhatibe heman tişt niha li Lîcê jî pêktên. Merasima bîranînê bi guhdarkirina mûzîk û şanoyê ve berdewam kir.