Li Freîbûrg, Stûttgart û Frankfûrtê şermezarkirina dewleta Tirk

Komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê kir li gelek bajarên Elmanyayê hate şermezarkirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê komkujiya ku dewleta Tirk li bajarê Til Rifat ê Rojavayê Kurdistanê kir hate şermezarkirin. Çalakî li meydana Alte Synagoge pêk hat û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin.

Di çalakiyê de komkujiya li Til Rifatê hate kirin ku piraniya wan zarok sivîlan jiyana xwe ji dest dan hate şermezarkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û komkujiya dewleta Tirk şermezar kirin.

Beriya meş dest pê bike ji bo şermezarkirina komkujiya ku li sivîlan hate kirin çalakiyeke bêdeng hate kirin.

Girseya gel piştre bi qîrîna dirûşmên "Bêdeng nebe, nebe hevpar", "Kujer Erdogan ji Rojava bicehime", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Rojava bi tenê nîne", Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG, YPJ û Rojava" meşiya.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.

Bi vê armancê ber bi navenda bajêr ve meşek pêk hat û ji bo piştevaniya bi Rojava re dirûşm hatin qîrîn.