Li Fransayê meşa 'Em DAIŞ'ê biqedînin'
Li bajarê Fransa Valance, komkujiya li Pirsûsê û polîtîka şer a AKP'ê hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Valance, komkujiya li Pirsûsê û polîtîka şer a AKP'ê hatin protestokirin.
Li bajarê Fransa Valance, komkujiya li Pirsûsê û polîtîka şer a AKP'ê hatin protestokirin.
Çalakiya li Place de République la Mairie, tevî komeleya piştgiriya bi koçberan re Association de Solidarité avec toutes les immigrés (ASTI) û ji aliyê gelek komên anarşîst ve hat organîzekirin. Kurd û Navenda Çanda Elewiyan jî beşdar bûn û destek dan.
'AKP Û NATO DESTEK DAN DAIŞ'Ê'
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir de hat ragihandin ku HDP bi serketina xwe ya di 7'ê Hezîranê re nîşan daye partiya aştî û demokrasiyê ye. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku komkujiya li Pirsûsê ji aliyê AKP-DAIŞ'ê ve hatiye kirin û hat ragihandin ku bi hezaran kes di ser Tirkiyeyê re tevlî çeteyan dibin. Hat gotin ku AKP û NATO destekê didin DAIŞ'ê.
Meş bi dirûşma "Em li Rojhilata Navîn DAIŞ'ê biqedînin, bi destekkirina gelan re aştî û demokrasiya rasteqîn bînin Rojhilata Navîn" pêk hat. Di dema meşê de komeke faşîst a Tirk hewl da meşê provoke bike.