Li Fransayê li dijî komkujiya Sêwasê xwepêşandanên protestoyî

Li Fransayê li dijî komkujiya Sêwasê xwepêşandanên protestoyî

Di 20’mîn salvegera Komkujiya Sêwasê de li gelek bajarên Fransayê bi meş û mitînga hate protesto kirin. protestoyên ku li Parîs, Lyon, Marsîlya û Strasbourgê hatin kirin, Kurdistanî jî tevlî bûn.

Bi hezaran kesên ku tevlî çalakiyên protestoyî ên ji aliyê Federasyona Komeleyên Elewî ên li Fransyê ve û bi piştgiriya komeleyên Kurd û çepên Tirk ve hate destek kirin, kesên di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Otela Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn.

Nêzî 300 Elewiyên ku tevlî xwepêşandana protestoyî a li meydana Place Bellecourt a Lyonê bûn, pankartên weke “Ji asîmîlasyonê re na”, “Çapulcu li virin, kujerên Madimakê li kuderê ne?” vekirin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, hate gotin ku Elewî hêjan ji aliyê dewletê ve nayên naskirin û li Tirkiyeyê tekoşîna ‘hebûnê’ didin meşandin.

Xwepêşandanên li Strasbourgê jî li Place Kleberê pêkhat. Di xwepêşandana protestokirina komkujiyê de Kurdistanî jî gelek tevlî bibûn, li ser dika hatî avakirin de wêneyên 35 kesên di Otela Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqandin.

Di xwepêşandana ku Semah jî hate pêşkêş kirin, di axaftinên ku nûnerên saziyên cûda kirî de, hate diyarkirin ku beriya Madimakê gelek carên din jî Elewî hatine qetilkirin. Di axaftinan de qetilkirina ciwanê Kurd Medenî Yildirim ji aliyê leşkeran ve hate şermezar kirin, hate gotin ku pêwîste di serî de Elewî û Kurd kesimên bindest tekoşînekî hevpar bidin meşandin.

Di xwepêşandanên li Marsîlyayê de jî ku bi sedan Elewî tevlîbûn, Kurdistaniyan jî piştgirî dayê, komkujiyên Sêwas, Taksîm û Lîceye hatin şermezar kirin.