Li Fransayê cenazeyên dayikek Kurd û du zarokên wê di birkê de hate dîtin

Li nêzî bajarê Montpellîer ê Fransayê, cenazeyên dayikek Kurd û du zarokên wê di birkekê de hate dîtin.

Drama giran êvara 2'ê Hezîranê li herêma Jûvîgnac a li nêzî bajarê Montpellîerê li mala ku dihate çêkirin, rû da.

Li gorî agahiyan, yên jiyana xwe ji dest dane Dîlek Dîkmen Yucetep ya 35 salî û du kurên wê yên 2 û 5 salî ne.

Hevserê Dîlek Yucetepe Mûharrem Yucetep dema ku ev bûyera metirsîdar dît kete krîzê.

Dîlek a ji navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê tevî hevserê xwe Mûharrem Yucetepe yê Mazgîrtê li bajarê Montpellîer ê Fransayê dima. Li Jûvîgnacê maleke wan hebû ku dihate sererastkirin.

Li gorî agahiyan, demekê piştî ku dayik û zarokên wê çûn mala xwe ya dihate sererastkirin, dayika Dîlek Dîkmen Yucetepe li keça xwe geriya lê nekarî xwe bigihîne wê.

Bi heman rengî hevserê wê Mûharrem Yucetepe jî lê geriya, lê wî jî nekarî xwe bigihîne wan. Mûharrem Yucetep li hevalên wê geriya, lê ji ber ku encamek negirt berê xwe da mala ku dihate tamîrkirin.

Bav Mûharrem Yucetepe dema ku çav li cenazeyên hevser û zarokên xwe ket, kete krîzê.

Bang li kedkarên tenduristiyê kir, lê gelekî dereng bû. Dayikê û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.

Dozgeriya Montpellîerê dest bi lêpirsînê kir. Nayê zanîn ku dram çawa qewimî. Lê belê dozger Fabrîce Belargent got, "Hîn delîlek nîne ku em îhtimaleke krîmînal pê piştrast bikin."

Cenaze ji bo otopsiyê rakirin saziya tipa edlî. Eger ji ber tevdîrên vîrûsa koronayê astengî nebe wê li Dersimê bên veşartin.