Li Fransayê 416 fînansorên DAÎŞ'ê hatine tespîtkirin
Dozgerê Parîsê Françoîs Molîns got, li Fransayê hatiye tespîtkirin ku 416 kesan alîkariya darayî dane DAÎŞ'ê. Li Tirkiyeyê û Lubnanê jî fînansorên DAÎŞ’ê hatin tespîtkirin.
Dozgerê Parîsê Françoîs Molîns got, li Fransayê hatiye tespîtkirin ku 416 kesan alîkariya darayî dane DAÎŞ'ê. Li Tirkiyeyê û Lubnanê jî fînansorên DAÎŞ’ê hatin tespîtkirin.
Dozger Molîns ji radyayo Franceînfo re axivî û got, ji bo êrîşên Çileya 2015'an yên li Fransayê (Charlîe Hebdo û Hyper Cacher) pêdiviya çeteyên DAÎŞ'ê bi 23 hezar Euro çêbûye. Molîns got, ji bo êrîşên 13-15'ê Mijdarê jî ku li Parîsê 130 kes hatibûn kuştin, pêdivî bi 80 hezar euro çêbûye.
Dozger diyar kir, ku bi xebata bi hevkariya bi serwîsên îstîxbarî hatiye tespîtkirin ku 46 kes alîkariya darayî bi çeteyên DAÎŞ'ê re kirine û Molîns got, "ev pir zêde ye."
ÊN KU PEREYAN DIDIN JI TIRKIYEYÊ NE
Mollîns got, serwîsên bi ser wî ve ji wî re gotine, "320 kesên pereyan didin DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê û Lubnanê ne."
Mollîns ji rojnmeya La Parîsîenê re axivî û got, DAÎŞ bi du rêyan fînansa xwe dike: "Zikat û xenîmet."
Dozger ragihand, ku bi rêya zikatê û bi şandina pereyan a ji komeleyan re yan jî ji endamên malbatê re DAÎŞ xwe finanse dike.