Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Fransa û Swîsreyê çalakiyên ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk

Li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê û bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk çalakî hatin kirin.

Li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê û bajarê Basel ê Swîsreyê, ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk çalakî hatin kirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk standa agahdarkirinê hate danîn. Çalakgeran ji Fransî û mirovên li derdorê re gotin ku çûyina Tirkiyeyê ji bo betlaneyê tê wateya alîkariya ji bo aboriya şer a Tirk û ji bo boykotkirina vê yekê bi sedan belvaok belav kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser Efrînê û ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk stand hate danîn. Çalakî li Vieux Portê pêk hat û Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê organîze kir.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Ronahî li Clara Platzê bi heman armancê çalakî kirin û bala Swîsreyiyan kişandin ser boykotê. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Şer heye, tu çima bêdeng e", "Na ji tûrîzma Tirk re" hatin vekirin.