Li Fransa û Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarên Hannover, Munchen û Stûttgart ên Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarên Hannover, Munchen û Stûttgart ên Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate organîzekirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li Parka Peyroû Pîtotê li hev civiyan û heta meydana Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Hevserokê NCDK a Montpellîerê Cevat Guneş li meydana Comedîe daxuyanî da û got, "Di şexsê Ocalan de dixwazin gelê Kurd mehkûm bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe, têkoşîna me wê bê navber bidome."

Çalakî piştî axaftinê qediya.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi şiyara "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakiya kon, ku di 22'ê Hezîranê de Meclîsa Jinê ya Ronahî da destpêkirin, bi vê mîtînga li ber gara trenê ya navendî qediya.

Beriya destpêkirina çalakiyê, polîsên Elman kontrola al û flamayên Kurdî kirin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî vê dan û diyar kirin, dewleta Elman bi van qedexeyan dixwaze Kurdan krîmînalîze bike, lê belê ew van qedexeyan nas nakin.

Hevserokê NCDK a Hannoverê Ciwan Çewlig di dema çalakiyê de peyivî û got, "Serok Abdullah Ocalan bi qasî 18 sal in di destê dewleta Tirk a faşîst dagirker de ye. Heta ku Serok Apo azad bibe, ev gel wê her roj dakeve kolanan û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne."

MUNCHEN

Li bajarê Munchenê, konê bi şiyara "Azadî ji Ocalan re" beriya hefteyekê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatibû vedan, ahte rakirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û îmze hatin komkirin. Di axaftinan de hat gotin, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Heta ku em azad bibin, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

STÛTTGART

Li Stûttgartê, li ser banga NAV-DEM'ê, çalakiya kon a 2 roj berê bi heman armancê hatibû destpêkirin qediya. Çalakgeran li ser tecrîdê gelek belavok belav kirin û bal kişandin ser şert û mercên Ocalan tê de ye.

Ji bo piştgiriyê bide çalakiyê,  jineke Elman li ber strana Kurdî çar saetan dans kir.

Çalakgeran tevî hemû hewldanên provokasyonê yên faşîstên Tirk, çalakiya xwe dewam kirin.