Li Fransa û Elmanya çalakiyên ji bo Ocalan

Li Draguîgnan a Fransayê û li Leverkûsen a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin.

Li Draguîgnan a Fransayê û li Leverkûsen a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguîgnan a Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad hate kirin, di çalakiyê de li ser pira otobanê pankarta bi daxwaza azadiya Ocalan û Kurdistanê hate daliqandin.

Di çalakiyê de hate gotin, ‘’heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.’’

LEVERKÛSEN

Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûcan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate kirin. Meş li ber Navenda Giştî ya FEDA’yê dest pê kir û gelek jin di meşê de hebûn.

Di meşê de posterên Ocalan, çiraxên biçûk hatin hildan û karîkaturê ku çapemenî, hiqûq û siyaset xwe kerr û kor û lal dike hatin nîşandan. Her wiha dovîzên ku li ser ‘Ji Ocalan re azadî’ hatibûn nivîsîn hatin hildan.

Di meşê de stranên ji bo Ocalan hatin gotin û her wiha ji Ocalan re azadî hate xwestin. Di meşê de tim belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.

Çalakî li ber Şaredariya Leverkûsenê bi govenda jinan qediya.

Her wiha bang hate kirin ku her kes tevlî mîtîng ali Dusseldorfê bibe.