Li bajarê Fransa Rennesê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi meşeke bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 21 adarê 2016, 13:03
Çalakiya li meydana Le Blosne bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Bi qasî 600 kes bi qîrîna dirûşmên 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok', 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Newroz', 'Bijî PKK', 'PKK gel e em jî PKK'yî ne', 'Kujer Erdogan' û 'Terorîst Tirkiye' ber bi Meydana Sarah Bernard ve dest bi meşê kirin. Kurdistaniyên li vê meydanê li hev civiyan, li dora agirê Newrozê govend gerand.
MELBOÛRNE
Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi sedan kes bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda NAV-KURD'ê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.
Ji rêveberiya NAV-KURD'ê Başak Gel, nivîskar Alîson Bûrkley û li ser navê Komeleya Rojhilatiyên Kurdistan ên Welatparêz Alî Rahmanî di pîrozbahiyê de axivîn. Di pîrozbahiyê de, agirê Newrozê yê li Amed û gelek herêmên Kurdistanê yê tevî qedexeyan jî hat pêxistin, hat silavkirin.
Çalakî diyarî kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.
Piştî axaftinan, malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxist. Piştre li ber stranên koma muzîkê ya ji bajarê Adelaîde hat û dahol û zirneyê govend hat gerandin.
Li Melboûrne îsal sê pîrozbahiyên cuda yên Newrozê hatin plankirin. Di 21'ê Adarê de çalakiya li navenda NAV-KURD'ê, di 27'ê Adarê festîvala Newrozê û herî dawî jî wê di 2'ê Nîsanê de bi beşdariya Hozan Comert konserek bê lidarxistin.