Li Fransa çalakiyên protestoya tecrîdê di roja duyemîn de ye
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo têkildarî mijarê raya giştî ya Ewropayê bê agahdar kirin dewam dikin.
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo têkildarî mijarê raya giştî ya Ewropayê bê agahdar kirin dewam dikin.
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo têkildarî mijarê raya giştî ya Ewropayê bê agahdar kirin dewam dikin. Çalakiyên standê yên li paytexta Fransayê Parîsê û taxên wê yên derveyî bajêr di roja duyemîn de dewam dikin.
Di van çalakiyên ku di pêşengiya navendên civaka demokratîk û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê de têne meşandin, ciwan, jin û encamên navenda civakê belavokan belav dikin. Her wiha Însiyatifa Ji Ocalan re Azadî broşûra ku berhevkirî û jînnameya Ocalan belav dike.
Endama TJK-E Xanê Ozbek a tevlî çalakiyê bû û ji ANF’ê axivî got, “Bi saya Rêbertiya me em ketin ferqa sîstema serweriya zilam a 5 hezar salî. Me xwe û girîngiya azadiya xwe fêm kir. Azadiya Rêbertî azadiya jinan e.
Armanca çalakiya me balkişandina ser tecrîdê, ji zextan re gotina, ‘bes’ e. Em dixwazin bi çalakiyên xwe faşîzma AKP’ê û sûcê mirovahiyê yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser gelê Kurd têne pêkanîn deşîfre bikin.”
Endama TJK-E’yê Saniye Tûnç jî diyar kir ku armanca tecrîdê zilm û ceribandine û got, “Lê bila kes Kurdan neceribîne, em ne dest ji Rêbertiya xwe û ne jî dest ji azadiya xwe berdidin.”