Li Frankfûrtê semînerek li ser Jîneolojî hate lidarxistin
Li Frankfûrtê bi tevlêbûna 35 jinên Kurd, Fars, Efganî bi mijara jîneolojiyê semînerek hate lidarxistin.
Li Frankfûrtê bi tevlêbûna 35 jinên Kurd, Fars, Efganî bi mijara jîneolojiyê semînerek hate lidarxistin.
Li Frankfûrtê bi tevlêbûna jinên Kurd, Fars, Efgan bi mijara jîneolojî semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de hate gotin,’’paradîgmaya Birêz Ocalan ji bo me pir girîng e’’
Li bajara Frankfurtê bi tevlîbûna zêdetirî 35 jinên Kurd, Fars û Efganî semînerek li ser dîroka nivîsandî û zanista jinnasî-Jineolojî hat liderxistin. Semîner ji alî Komeleya Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan (KJAR) li Ewrûpa hat organîzekirin û babetên semîneran ji alî endama Sazîya Jineolojî ve li Ewrûpa ji hêla Necîbe Qeredaxî hat dayîn.
Di semînerê de bi firehî li ser faktorên windakirina jinê, lawazbûna statû û rola wê di dîrokê hate sekinandin. Her wiha li ser çewaniya hilperikîna hizrê desthilatdarî û dewlet û bandora li ser kolekirina jinê û di şexsê jinê de li ser hemû civakê hat rawestîn. Ji ber ku beşdar ji rojhilatê Kurdistanê û Îran û Efganistanê bûn piranî li ser faktora dîn û mîtolojî sekiînin ê ka bandore wan çawa li ser windakirina jinê çêbûye.
Di heman semînerê de têkoşîna jinan a di 40 salên bihurî de û mînaka Şoreşa Rojava û şoreşa jinê, mijarêke din ya sereke bû; ku jinan roleke cewherî û pêşeng listîne di vê şoreşê de û bi veguherîna civakê bûne mînak ji bo herêmê û cîhanê. Di semînerê de bi rengekî berfireh û kûr qala armanc û rêbazên jineolojiyê hate kirin, di derxstin û eşkerekirina rûyê rast ê dîroka nivîskî û hewildana kolektîf ya jinan ji bo ji nû ve nîvisandina dîroka azadîyê.
Jinên başdar bi pirs û nîqaşên xwe semîner dewlemed kirin û giringîya jineolojiyê anîn ziman ji bo çareserkirina kirîza heyî di civakê de ku bi sedema zihnîyeta desthiladariyê her roj êşan bi gelan û jinan dide kişandin. Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derxstina vê heqîqtê de girîng hate dîtin, ku jin kirina navenda vê têkoşîn, lêgerîna heqîqetê û gihiştine civakeke azad û wekhev.
Jinên Fars gotin” me pir êş ji destê rejîmê kişandiye. Ji bo vê jî ev paradigmaya Birêz Ocalan ji her kesî zêdetir ji bo me girîng e, ji bo xwerêxistiniya jinan û civakê divê karên berdewam werin kirin”.
Jineke Fars di semînErê de bi çavekî pir hêvîdar û dev bi ken ji bo rêxstinkar û pêşkeşkarê semînerê got” hûn li kûderê bûn, çima hûn zûtir nehatin , me berê ev tiştê zanîbûna em ê niha di rewşeke dî û li cihekî dî bûna”.