Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Frankfûrtê her dengek 100 Eûro ye!

Piştî dengdana hilbijartinên Tirkiyeyê dest pê kir, AKP’ê serî li gelek dek û dolaban da. Niha jî derkete holê ku bi 100 Eûroyî dengan dikire.

Li balyozxaneya Frankfurt a bi ser eyaleta Hessen a Elmanyayê ve sê roj in dengdanê dest pê kiriye. Welatiyên Tirkiyeyê û Kurdistanî diçin ser sindoqan.

AKP BI PEREYAN DENGAN DIKIRIN

Îro li aliyekî li gelek navendan dengdan hebû û gel çû ser sindoqan. Li aliyê din AKP bi pereyan dengan dikire. AKP, bi taybetî bi seyareyên reş hilbijêrên jin tînin ser sindoqan û li hemberî ku di cihê dengdanê de wêneya dengê xwe yê dayî AKP’ê bikêşin û nîşanî wan bidin, 100 Eûro didin wan.