Li Frankfurtê çalakiya dagirkirina TV bi dawî bû

Li Frankfurtê çalakiya dagirkirina TV bi dawî bû

Li bajarê Frankfurt ê Elmanya komek ciwanên Kurd studyoyeke avahiya Hr3 televîzyona dewletê ya Elman dagir kirin. Çalakî danê êvarî bi dawî bû.

Komeke ji 40 kesan ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê danê nîvro studyoya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Hessen dagir kirin. Bernameyeke hatibû plankirin ji ber çalakiyê hat betalkirin.

Ciwanan di çalakiyê de dirûşmayên bi Elmanî, 'Tirkiye piştgiriyê dide, DAIŞ êrîş dike', 'Kobanê rûmeta me ye, em ê ji bo rûmeta xwe li ber xwe bidin' û 'Bijî Reber Apo' gotin.

Midûrê Weşana Giştî yê HR3 Aloîs Theîsen û moderatorê televîzyonê Meînhard Schmîdt-Degenhard li ser israra ciwanan bi komê re hevdîtinek pêk anî. Ciwanan gotin ku armanca wan ev e ku balê bikişînin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ a li hember Kurdistanê û dixwazin di bernameya zindî de raya giştî agahdar bikin.

Di encama hevdîtinê de rayedarên televîzyonê dan xuyakirin ku wê têkildarî Kobanê, DAIŞ û rêxistibûna wê ya li Elmanya bernameyeke taybet amade bikin. Rayedaran her wiha diyar kirin ku di wê mijarê de wê ji çapemeniya Kurd piştgiriyê bigirin.”

Çalakiya 7 saetan piştî hevdîtinan bi dawî bû.