Li Frankfûrtê bîranîna Hefteya Lehengiyê

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Frankfûrtê û TJK-E, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê civîneke bîranînê organîze kirin.

Civîna bîranînê, ku bi dehan kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Delal Alpaslan axivî û işaret bi mîarteya şehîdan ji civaka Kurd re hiştine, kir. Alpaslan destnîşan kir, ku bi saya têkoşîna şehîdan gelê Kurd destketiyên gelekî mezin bi dest xistine.

Ji TJK-E jî Delal Yaman mafê axaftinê wergirt û şehîdên Helebçe û meha Adarê bibîr anî. Li ser NAV-DEM'ê jî Huseyîn Çolak axivî.

...