BI DÎMEN

Li Frankfûrt û Hannoverê mîtîngên li dijî faşîzma AKP'ê

Kurd û dostên wan ên li gelek bajarên Elmanyayê li hev civiyan, faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Meşên ku AKP'ê xwestin li Elmanyayê pêk bîne jî, têk çûn.

Kurd û dostên wan ên li gelek bajarên Elmanyayê li hev civiyan, faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Meşên ku AKP'ê xwestin li Elmanyayê pêk bîne jî, têk çûn.

HANNOVER

AKP'ê xwest li Hannoverê meşekê lidar bixe, lê bi ser neket. Dewleta AKP'ê li bendê bû bi hezaran kes li Hannoverê bimeşin, lê bi tenê komek ji 300 kesî tevlî bûn. Li hemberî vê yekê, ABDEM'ê bi şiyara "Em ê rê nedin faşîzmê" bang kir. Bi vê bangê re pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û komên antî faşîst ên Elman li ber gara trenê li hev civiyan. Zêdebûna Elmanên di vê çalakiyê de bal kişand. Bi qasî hezar kes beşdarî mîtîngê bûn. 12 ciwanên Kurd hatin binçavkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo destekkirina AKP'ê faşîstan xwestin bimeşin. Lê Kurd, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û komên Elman li dijî wan derketin. Bi pêşengiya 16 saziyan bi sedan kes li meydana Haûpwache li hev civiyan û pêşî li vê meşa faşîstan girtin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, dewleta Tirk dixwaze faşîzma xwe bigihîne Ewropayê.

...