Kurdistanî û dostên wan li pêşiya konsolosxaneya Amerîkayê li hev civiyan û bi pankarta “Em xelata pereyan a ji bo şervanên azadiay Kurd şermezar dikin” biryara DYA’yê şermezar kirin.
Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Frankfûrtê ve hate lidarxistin û sembolên netewî yên gele Kurd rengê kesk-sor-zer hatin hildan.
Mîtîng seatekê dom kir û dirûşmeyên ‘Kujer TC, hevkar DYA’ , ‘ABD stop’ , ‘Terorîst Tirkiye’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî hate şermezarkiri.
Di mîtîngê de azadiya Ocalan jî hate xwestin û hate ragihandin ku wê nava hefteyê 3 rojan li pêşiya sefaretxaneya DYA’yê çalakî were kirin û banga tevlîbûnê hate kirin.
Li bajarê Denn Haag ê Hollandayê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî li pêşiya sefaretxaneya DYA’yê li hev kom bûn û dirûşmeyên PKK û Ocalan berzkirin.