Li Frankfurt, Kopenhag û Madridê Newroz hate pîrozkirin

Li Ewrûpayê di pîrozbahiyên Efrînê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û bêdengiya dewletan hate şermezarkirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Frankfurtê Newroz li lokala Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hate pîrozkirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de endamê KNK’ê Mehmet Emin Yıldız axivî û banga çalakiyên li Ewrûpayê û banga tevlêbûna kampanyaya Heyva Sor kir.

KOPENHAG

Lİ Kopenhagê ya ku paytexta Danimarkayê ye li Parlementoyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. Resepsiyon bi rêzgirtina ji bo şehîdên Efrîn û Kurdistanê hate destpêkirin.

Nazmi Gür di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Efrînê tê derketin.

Li ser navê Partiya Yekîtiya Kesk-Sor parlementer Eva Flyveholm jî diyar kir ku wan li ser Efrînê pirsname dane hikumeta Danimarkayê lê hikumet bêdeng dimîne. Flyveholm diyar kir ku ew ê partiya wan her dem piştgiriyê bide Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.

Di resepsiyonê de li ser navê PYD’ê peyama Newrozê hate dayîn.

MADRİD

Li Madridê ya ku paytexta İspanyayê ye Kurd û dostên wan di çalakiya Newrozê de hatin ba hev. Di vê pîrozbahiyê de jî berxwedana li Efrînê hate silavkirin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê jî hate şermezarkirin. Nêzî 350 kes tevlî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahî bi stranên Seyda Perinçek re domiya.