Li Farqînê pevçûna navbera polîs û ciwanan ji nû ve destpê kir
Li Farqînê pevçûna di navbera polîsên hewl didin xendekan bigirin û ciwanan de, ji nû ve destpê kir.
Li Farqînê pevçûna di navbera polîsên hewl didin xendekan bigirin û ciwanan de, ji nû ve destpê kir.
Li navçeya Amed Farqînê bêdengiya ku serê sibehê hebû şûna xwe ji pevçûnan re hişt.
Polîsên xwestin bendên ku ciwanan li taxên Tekel, Selahattîn û Mescîtê danîn rakin, bi wesayîtên zirxî êrîş kirin. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bersiv dan û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.
Welatiyên li herêmê kom bûne jî bi dirûşma "Bijî berxwedana Farqînê" êrîşên polîsan şermezar dikin.