Li Farqînê pevçûna cerdevanan: 1 mirî
Li Farqînê pevçûna cerdevanan: 1 mirî
Li Farqînê pevçûna cerdevanan: 1 mirî
Li Amedê, cerdevanên 'ewlekariya' Bendava Farqînê dikirin bi hev ketin û di encama pevçûnê de cerdevanek mir.
Li bajarokê Sêdeqnê yê navçeya Amed Farqînê, cerdevanên 'ewlekariya' Bendava Farqînê dikirin û bi hev ketin.
Li gorî îdîayê: di navbera cerdevan Hamdûsena Korkûtan û Ahmet Sansarkan de nîqaş derket. Piştî navbeynkariyê nîqaşa navbera cerdevanan rawestiya û cerdevanên li herêma bendavê ji bo vegerin bajarokê Sêdeqnê li wesayîtan siwar bûn.
Hat îdîakirin cerdevanê bi navê Hamdûsena Korkûtan di hundurê wesayîtê de çeka xwe kaleşnînof teqandiye û di encamê de cerdevanê bi navê Mehmet Şîrîn Çuruk (38) ê di hundurê wesayîtê de bi giranî bûye.
Çuruk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Çuruk şandin Amedê.