Li Ezazê çeteyên DAIŞ'ê 4 sivîl qetil kirin

Li Ezazê çeteyên DAIŞ'ê 4 sivîl qetil kirin

Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li bajarê Ezaz a Helebê 4 sivîl qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê li bajarê Ezaz a Helebê 4 welatiyên sivîl bi behaneya ku dîzî kirine qetilkirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku yek ji kesên hatine înfazkirin kesê bi navê Ebdulqadir Hoşo ye û navê 3 kesên din ne hatin hînbûn.

Çavkaniyan ragîhandin ku komên çete gelek caran welatiyên sivîl bi hinceta ku sotemenî bi dizî firotine, yan bi hehaneya diziyê înfaz kirine