Li Ewropayê pîrozbahiyên 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Swîsre, Fransa, Elmanya û Awûstûryayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Swîsre, Fransa, Elmanya û Awûstûryayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Swîsre, Fransa, Elmanya û Awûstûryayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Kolektîfa Piştgiriya bi gelê Kurd re, li meydana Capîtolê mîtîngek li dar xistin. Rêveberê NCDK'ê Alî Qulan li vir peyivî û ji dewleta Tirk xwest, ku dawî li tecrîda li ser pêşengê berxwedanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne. Di belavoka kolektîfê de jî hat destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ya li dijî zilm û hovîtiyê, berxwedana mafên mirovan, azadî, demokrasî û jinê ya li Rojhilata Navîn e. Nûnerê Partiya Antîkapîtalîst a Nû Pîerre Granet jî di şexsê Arîn Mîrkan de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anî.
MONTPELLÎER: Li bajarê Monpellîer ê Fransayê, ji bo pîrozkirina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li meydana Comedîe çalakiyek hate lidarxistin. Hevserokê NCDK a Montpellîerê Cevat Guneş got, Şoreşa Kobanê bûye destpêka bidawîbûna DAIŞ'ê. Guneş destnîşan kir, DAIŞ a ku duh êrîşî Kobanê kir, îro li Reqayê têk çû. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
LYON: Li bajarê Lyon ê Fransayê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Meş ji aliyê NCDK a Lyonê ve hate organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.
BERLÎN: Li paytexta Elmaya Berlînê jî, HDK-Berlîn, NCDK-Berlîn, Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN û YXK'ê li Kreûzberg-Henrîchplatzê mîtîngek organîze kirin. Qisekerên li vê derê gotin, berxwedana Kobanê mirovahî gihandiye hev, hêviya bi şoreşê mezin kiriye û bi vî rengî cihê xwe di nava dîrokê de girtiye. Dîroknas-nivîskar Dr. Nîck Braûns jî got, berxwedana Kobanê ne tenê DAIŞ têk bir, her wiha rejîma Erdogan a li benda ketina Kobanê bû, têk bir.
ÎNNSBRUCK: Li paytexta eyaleta Tîrolê ya Awûstûryayê Înnsbruckê, bi heman armancê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Pîrozbahî bi stranên Koma Kulîlkên Roja Azad qediya.
CENEVRE: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn, ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bikin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana Kobanê" vekirin. Li vê derê axaftin hatin kirin û hat gotin, Kurdan li Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kirine û divê gelên cîhanê xwedî li têkoşîna Kurdan derkevin. Qisekeran bal kişandin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û daxwaza hevdîtina pê re kirin.
BERN: 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Swîsre Bernê jî hate pîrozkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û bal hate kişandin ser asta berxwedana destanî ya li Kobanê. Qisekeran bang kirin, ku piştgiriya bi gelê Kurd re bê xurtkirin.