Li Ewropayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê didomin
Kurdan jî bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Swîsre, Fransa û Hollandayê bûn.
Kurdan jî bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Swîsre, Fransa û Hollandayê bûn.
BERN
Di 1’ê Gulanê de li gelek navendên Swîsreyê karker û kedkar daketin qadan daxwaz kirin ku mafê karkeran bê parastin.
1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşîna Karkeran li gelek navendê Swîsreyê bi meş û mîtîngan hate pîrozkirin. Di aktivîteyên pêşengtiya sendîkavan,saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên sosyalîstên çep ve hatin lidarxistin, Kurdistaniyên li welat dijî û derdorên tevgerên çep ên Tirkiyeyî jî bi rengên xwe başdar bûn.
Zurîh, Basel û Bern jî di nav de li gelek navendan karker û kedkar bi pankar û dowîzên bilind kirin, diyar kirin ku li tevahî cihanê her ku diçe rêjeya rastgiran zêde dibe û bal kişand ser mafê karkeran.
Weke her salê yek ji navandên herî xurt a pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Zurh bû. Nêzî 10 hezar kesên ku di saetên sibehê de li Helvetîaplatzê kom bûn, heta Sechselaûtenplatz a qada 1’ê Gulanê ye meşiyan. Kedkaran di tevahî meşê de banga xutkirina piştgiriya navneteweyî kirin.
Yek ji axaftvanên serke ku wê di aktivîteya Zurîhê de baxive Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar bû.
SANCAR: DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ XURTKIRIN
Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser êrîş û zextên li ser muxalefetên Tirkiyeyê ku her diçe zêde dibe, pêkanînên antî-demokratîk ên Erdogan û AKP’ê anî ziman. Sancar diyar kir ku divê demê dawî de her ku diçe hişmendiya rastgir derdikeve pêş divê li dijî vê piştgiriya navneteweyî bê xurtkirin.
Ji derveyî Zurîhê li dehan navendên Swîsreyê 1’ê Gulanê bi aktivîteyan hate pîrozkirin.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyên ku li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Meşa ku sendîkavanên Fransayê organîze kir Kurdên ku li Montpellîerê dijîn jî beşdar bûn. Di çalakiyê de biryara Eûtelsatê ya li ser fermana dewleta Tirk a girtina televîzyonên Kurdî jî hate protestokirin. Saziyên Fansî jî diyar kirin ku wê piştgirî bidin Kurdan û gotin: “Çi bê xwestin wê bikin.”
AMSTERDAM
Li paytext Amsterdam a Hollandayê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Amstermdamê bi girseyekî qelebalix ve beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Biî YPG, YPJ” hate qîrkirin.
FERÎBÛRG
Li bajarê Ferîbûg ê Elmanyayê bi organîzekirina sendîkayên çep ên Elmanya û rêxistinê wê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Ji beriya pîrozbahiyê li Stûhlînger Kîrchplatzê meşek hate lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ferîbûrg, Meclîsa Jinan a Nûda û Komeleya Çandê ya Elewî beşdarî meşê bûn û dirûşmên “Bijî 1’ê Gulan” û “Bijî Sorkok Apo” qîr kirin.
Di pîrozbahiyê de Koma foklorê ya Sê Gulan jî derketin ser dikê.
Li Qada 1’ê Gulanê di konê ji aliyê NCKD a Freîbûrgê û Meclîsa Jinan a Nûda ve hate vedan de jî, xwarinê Kurdan hatin çêkirin. Xwepêşanderan eleqeyek mezin nîşanî kon dan.
ÎNNSBRÛCK
Kurdên ku li Eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijî li gel komên şoreşger ên çep ên Tirkiyeyî û sendîkayên Awûstûryayî û partiyên siyasî hevpar maşa 1’ê Gulanê organîze kirin. Meş ji Landhaûsplatzê destpê kir li ser Marîa Theresa Strasse, Mûseûm Strasse û Bahnhof ê re dubare gihişte Landhaûsplatzê bi dawî bû.
Kurdan di tevahî meşê de bi sirûd û lêxistina erebeyan rengê xwe dan meşê.
OSLO
Li gelek navendên bajrê Norwecê Kurdan 1’ê Gulanê bi coş pîrozkirin.
Li paytext Oslyê, bajarên Stavanger, Trondheîm, Bergen, Elverûm û hema hema li hemû bajaran 1’ê Gulanê bi beşdariyekî zêde hate pîrozkirin.
Di meşê de Kurdan posterên Ocalan û alên PKK, PYD, KODAR, YPG/YPJ’ê rakirin.
Li ser rêya herî qelebalix Kral Johan a Osloyê di meşê de dirûşma “Erdogan ji Kudistanê derkeve” hate berzkirin.