Li Ewropaye Perwerdeya Çapemeniya Azad
Li Ewropayê di navbera 5 û 30’ê Çileyê de bi pêşengiya saziyên Çapemeniya Azad perwerdeya çapemeniyê hat lidarxistin.
Li Ewropayê di navbera 5 û 30’ê Çileyê de bi pêşengiya saziyên Çapemeniya Azad perwerdeya çapemeniyê hat lidarxistin.
Li Ewropayê di navbera 5 û 30’ê Çileyê de bi pêşengiya saziyên Çapemeniya Azad perwerdeya çapemeniyê hat lidarxistin.
Perwerdeya çapemeniyê li bajarê Elmanya Aachenê pêk hat.
Gelek şagirt û rojnamevanên pispor tevlî perwerdeyê bûn. Ji rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, ji Yenî Ozgur Polîtîkayê Mehmet Çîftçî, Nurdogan Aydogan, ji STÊRK TV Amed Dîcle, ji Med NÛÇE Ferda Çetîn, ji RONAHÎ TV Sûna Tunç, rojnamevan Nazim Alpman, Rojnamevan-Nivîskar Zana AZADÎ li ser çapemeniya azad panel pêşkêş kirin.
Perwerdeya ku di 5’ê Çileyê de destpe kir wekî beşên sereke yên çapemeniyê, rojnamevanî, nûçegihanî, di çapemeniyê de rola jin, di dîrokê de çapemeniya Azad, radyo, kamera, montaj û her wiha bi zaravayên zimanê Kurdî ên Dimilî û Kurmancî perwerde hatin dayîn.
DÎROKA ÇAPEMENIYA AZAD
Perwerdeya peşî di dîrokê de çapemeniya Azad destpê kir. Ji rojnameya Azad ku di 22’ê Nîsana 1898’an de ku bi navê ‘KURDISTAN’ hat weşandin, heya roja me ya îro cihê çapemeniya Azad ku têde cih girtiye hat nirxandin. Her wiha di dîrokê de zor û zehmetiya ku çapemeniya Azad têre derbas bûye bi taybetî jî piştî salên 90’î êrîşên dewleta Tirk û kontrayan ên li ser rojnameyên Kurdan hat nîqaşkirin.
GIRINGÎYA ZIMAN
Di perwerdeyê de li ser giringîya zimanê dayikê jî hat rawestandin û di çapemeniyê de giringîya pir zimanî jî hat nîşandan. Perwerdeyên zaravayên Kurdî, Dimilî û Kurmancî hatin dayîn. Perwerdeyên ziman ji aliyê mamosteyên ji enstutiya zimanê Kurdî Avesta Aydin û Omer Mêrdîn ve hatin dayîn.
RASTIYA JIN BAŞ BÊ FÊMKIRIN
Pêşkêşvana Nûçeyan a Ronahî Tv Sûna TÛNÇ, di çapemeniyê de cihê Jin ku têde digire û rastiya jin baş bê fêmkirin wiha nirxand; Jin di çapemeniyê de xerab tê nîşandan, weke ku jin tim ji rê derdixe, lewaz e, sedema pirsgirêkane ango weke mêr nikare jîr û zanebe tê nîşandan. Heqîqet tê berevajîkirin. Çapemeniya Azad ji bo rastiya jin baş bê fêmkirin li ser bingeheke zimanê maf û rastiyê nûçeyan çedike. Ti carî nabe hevalbendên desthilatdaran. Mafê jinan, zarokan, xwezayê, ekolojiyê, bi giştî civakê binpê nake, van mafan diparêze û li pey rastiyan digere. Ji bo wê tevî tekoşîna jinan rexistbûyîna wan, hêza wan, dîroka wan a qedîm derdixe pêş.
DI ÇAPEMENIYA AZAD DE XEBATA BI HEV RE
Rojnamevanê kedkar ku temenê xwe daye çapemeniya Azad û hîn jî ev 25 sal in di nav refên çapemeniya azad de bê navber e ku cih digire rojnamevan-nivîskarê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol’e.
Aykol nerînên xwe yên der barê şagirtên perwerdeyê de wiha anî ziman;
Xebatên ku herî zêde min bi kelecan dikin yek jê perwerdeya şagirtan e. Ez bi lezûbez hatim perwerdeyê. Ji ya ku min hevî dikir hîn zêdetir ekîbeke bi kelecan û xwe tevlî dike min dît. Her wiha Aykol got ku eger hûn jî bixwazin bi min re bixebitin em ê mohra li gelek nûçeyên pir girîng û bi wate bidin. Hêviya min ew e ku salên dirêj em ê bi hev re di nav refên çapemeniya azad de bin.
Bêguman yek jê jî yê ku temenê xwe daye çapemeniya azad Mehmet Çîftçî ye. Çîftçî nerînen xwe wiha tînê ziman; “Yên ku tevlî çapemeniya azad bûn, tê wateya ku dixwazin vî karî bikin, dilxwaz, baldar û ji bo dema pêş xwe xurt dikin. Perwerde ne ji bo demekê ye, her tim e. Ez hêvî dikim ku hevalên tevlî perwerdeyê bûne wê bibin kedkarên çapemeniya Azad.
ŞAGIRTÊN ÇAPEMENIYA AZAD
Şagirt Haqî Dînç jî dibêjê ku cudabûna Çapemeniya Azad derxistina rastiyan e û hestên xwe wiha tînê ziman; “Di demên dawî de piranî jî çiqasî dewletên desthilatdar êrîşî ser gelê Kurd, Çapemeniya Azad a Kurd kiribe jî dîsa bênavber çapemeniya azad xwe birêve biriye, hîn xurtir bûye. Di çapemeniya desthilatdar de wextê ku em dinerin ti carî rastiya gel dernaxe pêş, her tim xwe derdixe pêş. Lê Çapemeniya Azad ji ber ku ji aliyê gel ve tê birêvebirin, gel bi xwe di nav de ye, rastiyên gel derdixe pêş, ji rastiyan ti carî şaş nabe.”
Ji şagirtê perwerdeya Çapemeniya Azad Îbrahîm Bûlak jî got ku ji ber tevlî perwerdeyê bûye pir kêfxweş e. Bûlak fikrên xwe wiha tînê ziman; “Wekî tê zanîn gelê Kurd û tevgera azadiyê pêş dikeve; ji aliyê siyasî, aliyê civakî, çandî û beşeke wê ya herî mezin û girîng çapemenî ye. Saziyên me 20 sal, 30 sal bi awayekî profesyonel dixebitin û li gorî me jî bi pêşketina çapemeniyê pêdiviyên wê jî zêde dibin. Ji bo pêdiviyan jî perwerdeyeke wisa hat amadekirin. Ez jî kêfxweşim ku tevlî vê perwerdehiya çapemeniyê bûm. Di Sedsala 21’emîn de şêre herî mezin li ser îdeolojî û teknolojiyê ye. Çapemenî ji bo em îdeolojî, fikrên xwe, felsefa xwe, paradîgma xwe bidin naskirin lingekî girîng e û ji bo wê jî ez tevlî perwerdeyê bûm.
Perwerdeya şagirtên çapemeniya azad di 30’ê Çile de bi kêfxweşiyekê bi dawî bû.