Li Ewropayê kongreyên NCDK û Meclîsên Jinan

Li Elmanya û Fransayê kongreyên meclîsên jinan hatin lidarxistin. Li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê jî NCDK'ê kongreya xwe ya çaremîn pêk anî.

Li Elmanya û Fransayê kongreyên meclîsên jinan hatin lidarxistin. Li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê jî NCDK'ê kongreya xwe ya çaremîn pêk anî.

LEHRTE: Li bajarokê Lehrte yê Elmanyayê, 1. Meclîsa Jinê ya Şehîd Gulan ava bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, beşdaran rewşa dawî ya siyasî nirxandin. Qisekeran işaret bi berxwedana Efrînê kirin û gotin, "Li dijî êrîşên hêzên dagirker, em ê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava bikin." Di kongreyê de der barê Şehîd Gulan Gulo sînevîzyon hate nîşandan û piştre hilbijartin hate kirin. Di encmaê de Devrîm Alp, Awaş Bûrç û Kûdret Dûran ji bo berdevkiya meclîsê hatin hilbijartin.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, Meclîsa Jinê ya Sara Sêvê kongreya xwe ya 3. lidar xist. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Axîn Gulo li kongreyê axivî û pêvajoya siyasî nirxand. Di dawiyê de ji bo meclîsê 3 berdevk û 6 komîsyonên ji 45 kesî hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

INNSBRUCK: Li bajarê Innsbruck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya 4. pêk anî. Piştî xwendin û nirxandina raporên li ser kar meclîsa nû hate hilbijartin. Guler Êlih û Rûbar Gel ji b hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.