BI DÎMEN

Li Ewropayê dengê 'NA' bilind dibe

Li Paytext Parîs û bajarên Lorîent, Dreûx û Ceril ên Fransa û bajarê Zurîh ê Siwîsreyê di çarçoveya kampanya Platforma NA de civînên gel hatin lidarxistin.

 

 

LORİENT

Kurdistaniyên ku li salona Kervenceç a Lorîentê hatin gel hev û bang li hemû kesên ku parastina mafê mirovan dikin û demokrasiyê dixwazin ji bo 'Li dijî dîktatoriyê, dengek bi hêztir' biçin ser sindogan.

Endamên platforma NA bibîr xistin ku ji bo dengdayînê di navbera 27'ê Adar û 9'ê Nîsanê de dengdayîna ji derveyî welat tê kirin. Her wiha platformê bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo karên dengdayinê taloqî roja dawiyê.

Li bajarê Lorîentê ji bo hilbijêr bikaribîn dengê xwe li Sefaretxaneya Nantesê bikarbînin ji bo ku di çûyin û hatinê de pirsgirêk neyên jiyîn komîsyon avakirin. Komîsyona ku hatî avakirin wê ji bo kampanya NA xebatan bidin meşandin û di demê dengdayînê de wê bi hilbijêran re di nava diyalogan de bin.

Di civînê de bal hat kişandin li ser texrîbata ku AKP'ê li gundên Nisêbinê dike û wiha hat gotin: "Li dijî terora AKP'ê her kesê ku lê dimîne pêwîste deng ê xwe derbêxe."

DREÛX

Li bajarê Dreûx li Navenda Çanda Elewiyan (AKM) civîna gel hat lidarxistin. Li ser navê Platforma NA Rojnameger Îrfan Dayîoglû, Nivîskar Nûray Bayindir û Nûrten Çakîcî weke axaftvan tevlî bûn.

Civîna ku Rêvebertiya wê Nûray Bayîndîr dikir, li ser bi rêxistin kirina Platforma NA a Fransayê axaftinek kir.

Nûray Bayîndîr bal kişand ser rolê hemû jinan û bi taybet jinên Elewî ji bo avakirina jiyana bi hev re û bi şêweyekî demokratî birêxistinkirinê û got; "Ji bo xwedî derketina nasnameya jin, bi biryar gotina NA, ti hêzek nikare wan. Bayiîndîr Berxwedanan Kobanê mînak nîşanda û wiha got: "Qehremantiya şervanên jin ku di berxwedana Kobanê de dayî nîşandan li hemû cihanê deng veda." Her wiha Bayîndîr bang li jinên tevlî civînê bûyîn kir ku bi biryardar bêjin NA.

Nûrten Çakîciîji axivî û got: "Di sîstema ku bi destê AKP'ê dixwazin bînin Tirkiyeyê, ji ber ku darizandin di destê dîktator de ye, hemû aliyên ku mûxalefeta dîktatoriyê ne partiyên din, sazî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û hemû aliyên mûxalefdet bi darizandinên bêxin girtîgehan û bikin qanûnî. Girtîgehan bi hevserok, hevşaredar, rêveberên bajar û bajarokan, aktivîtên mûxalîf tijî kirine. Dixwazin bi sûcên edlî efûyan derbêxin û li girtîgehan rê vekin, girtîgehên nû avadikin."

Îrfan Dayîoglû jî di derbarê xebatên Platformê de û têkildarî xalên destûra bingehîn agahî dan.

Gotegotên ku dibêjin 'Kurd, HDP û AKP'ê lihevkirine û wê bêjin ‘erê' derdixin pêş û dixwazin gel bixapînin. Di vê referandûmê de nêzikatiya herî diyar ya gelê Kurd e.

Dayîoglû diyarkir ku gelê Elewî civaka 2. a herî mezine ku ji rejîma AKP'ê ziyan dîtiye. Fikrê min ew e ku di vê hilbijartinê de gelê Elewî wê bi hev re bi dengê NA wê sîleyekê li faşîzma AKP'ê bixin.

Civîn bi pirs û berivan bi dawî bû.

CREÎL

Li bajarê Creîl civînên gel hatin lidarxistin, di civînê de li ser xurtkirina kampanyaya NA û li dijî êrîş û zextên faşîst ên dewleta Tirk ya li ser Bakurê Kurdistanê nirxandin hatin kirin.

Di civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin de Yilmaz Kobanê axivî û got: “Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku li Rojhilata Navîn diqewime wê qedera gelan diyar bike. Gelê Kurd di vê demê de herî nêzîkî serkeftinê ye.

Kobanê wiha got: “Sedemê vê konsepta êrîşên hov a Erdogan a li ser ser gelê Kurd, prestîja wî ya li Rojava û Bakur ku li pêş çavê cîhanê ketiye xwarê ye. Ji ber ku her roj dehan cenazeyên leşkeran diçe Tirkiyeyê, ji bo vê sernixûmî bike bi awayekî hovane êrîşên qirker li ser Kurdistanê dide kirin. Gel, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo qedera xwe têkoşînên mezin dide.

Ji bo vê têkoşînê ji bo qetlîamên li Kurdistanê, qirkirinên siyasî û ji bo xurtkirina eniya Na em bêjin NA.”

PARÎS

Li Parîsê Meclîsa Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê li hev civiya. Hevserokatiya CDK-F li bin sêwana CDK-F’ê, hemû NCKD, meclîsên jinan, meclîsên ciwanan, meclîsên çand û huner û saziyên oldaran eniya NA xurt dikin û ji bo diktatoriyê dibêjin ‘NA’.

Endamên Meclîsa Gel a NCKD ên li Parîsê li hev civiyan, civînek lidar xistin eşkere kirin ku wê li dijî qetlîamên li Kurdistanê tên kirin, xespkirina vînê, qetilkirina jinan û hişmendiya faşîst a paşverû wê di referandûma 16’ê Nîsanê de dengê ‘NA’ bilind bikin.

ZURÎH

 

 

Platforma Na ya Zurîhê lezdan xebatên xwe yên ji bo referandûmê. Bi nêzîkbûna referandûmê re platforma Na ya ku gelek plansaziyên aktivîteya Na dabûn pêşiya xwe li Swîsreyê giranî dan civînên gel. Gelek Kurdistanî û Tirikiyeyî beşdarî civînên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate lidarxistin bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û şûnde Hevberdevkê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk mafê axaftiê girt û got: “ Sedemên êrîşên evqasî dijwar û hov ên Erdogan sîstema dewleta Tirk di şerê Cîhanê yê 3’emîn de dubare cihê xwe bigire. Lê bila neyê jibîrkirin ku êdî Kurd, Elewî, demokrat xwedî rêxistinên wan hene û wê ev rêxistinên wan di referandûma 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ û wê rê nedin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diktatorî serî hildin.

Çelîk bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropa jî bên bikaranîn û wiha got: “Biçin dengê xwe bikar bînin û telefton bidin xizim û dostên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bila biçin ser sindoqan û denê ‘NA’ bikar bînin.”

Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.