Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê belav dibin
Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê belav dibin
Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê belav dibin
Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê didomin. CDK-F bang li gelê Kurd kir da ku tevlî çalakiyên li tevayî Kobanê bibin, li bajarê Wuppertal ê Elmanya jî Kurdistaniyan avahiya WDR TV dagir kirin û meşek li dar xistin. Li bajarê Munster jî ciwanan meşeke bi meşale li dar xistin. Wê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî meşeke girseyî bê lidarxistin.
FRANSA
Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurdistanê kir da ku tevlî çalakiyên bi armanca xwedîderketina li Kobanê bên lidarxistin bibin. CDK-F got, “Kurd bi hêza ya leşkerî li hember hovîtiya DAIŞ bi hemû hêza li ber xwe didin. Divê tevahî Kurdistanî ji bo Kobanê dakevin kolanan. Divê berxwedan li kolanên Ewropa belav bibe.”
LI NURNBERG WÊ MEŞEK BÊ LI DAR XISTIN
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî wê yekîtiya hêzê ya berî niha bi çend rojan li hember DAIŞ hat avakirin sibe wê meşekê li dar bixe. Têkildarî meşê wiha hat gotin: “Wê sibe li Nurnberg bi organîzasyona yekîtiya hêzê ya li hember DAIŞ hatiye avakirin, li Komeleya Medya Volkhaus saet 19:00’an meşek bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li navenda Nurnberg jî wê sibe ji bo 3 rojan çalakiya kon û greva birçîbûnê pêk were.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî roja Pêncşemê Yekîtiya Hêza Demokratîk li DGB Haus saet 19.00’an der barê Kobanê de panelekê li dar bixe.
Li bajarê Sîegen jî bi organîzasyona Navenda Civakî ya Kurd li ber HBF saet di navbera 14.00 û 18.00’an wê stand bê vekirin.
WUPPERTAL
Li bajarê Wuppertal a Elmanyayê bi armanca ku êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê protesto bikin Kurdan avahiya WDR TV dagir kirin.
Çalakiya ku piranî jin tevli bûn, al û dovîz hatin hildan û ketin avahiya WDR TV. Kurdan bi Rayedarên TV’yê re hevdîtinek kirin û dosyayeke ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê vedigot hate teslîmkirin. Rayedarên televîzyonê jî diyar kirin ku dê êdî berfirehtir cih bidin berxwedana Kobanê.
Li Wuppertal bi armanca ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin meşek pêk hat. Meşa ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatiye organîzekirin, Platforma Demokrasiya Wupertal piştgirî dayê û êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
Bi sedan kesên li ber Cîty Arkaden hatin cem hev bi dirûşmaya ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor’ meşiyan.
Polîsê Elman destûr nedan meşê. Li gel helwesta neyênî ya polîsan girseyê bi dirûşmayan li hemû kolanên Wuppertal meşiyan.
Di meşê de axaftinên kurt ku berxwedana Kobanê slav dikir û êrîşa DAIŞ’ê şermezar dikir hatin kirin. di meşê de çend caran çalakiya rûniştinê pêk hat û derbasî cadeya herî qelebalix bûn. Girse derbasî ber City Arkaden bûn û mîtîngek pêk anîn.
Di mîtîngê de nûnerên rêxistinan yê platforma demokrasiyê cih digirtin axaftin kirin. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.
MUNSTER
Li ser banga navendên Civaka Demokratîk a Muster, Osnabruck û Gronau duh êvarê saet di 18’an de li îstasyona Munsterê meşeke meşaleyî pêk hat.
Girseyê berxwedana Kobanê silav kir û dovîzên ku dewleta Tirk şermezar dikirin hildan.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û her wih dirûşm hatin berzkirin. Li qada ku li hemberî Sefaretxaneya Tirk e mîtîngek pêk hat. Ji bo şehîdên Kobanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munsterê Tahîr Koçer axaftinek kir. Hat gotin ku Kobanê ji 15’ê Îlonê heta niha li dijî DAIŞ’ê têdikoşe.
Koçer diyar kir ku dewleta Tirk bi destê DAIŞ’ê dixwaze kantonên Rojava ji holê rake û got ku roj roja xwedîderketina li Kobanê ye.
Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.