Li Ewropayê çalakiyên konan berbelav dibin
Bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên komkujiyê yên AKP’ê/Qesrê, li Wiyana û Stutgartê çalakî hatin destpêkirin.
Bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên komkujiyê yên AKP’ê/Qesrê, li Wiyana û Stutgartê çalakî hatin destpêkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li kolana herî şên û turîstîk Stephansplatzê îro çalakiya kondanînê destpê kir.
Li ser kon wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk li bajarên Kurdistanê pêk anîn, hatin daliqandin.
Li konê danezanên ku bi Elmanî û Îngilizî têkildarî çalakiyê hatine amadekirin têne belavkirin.
Awûstûryayî jî eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê didin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê çalakiya kondanîna ya ji bo deh rojan destpê kir. Konê ku di serkêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Ciwanên Azad de hatî danîn, ji 11.30’an heta 19. 30’an wê vekirî bimîne. Li ser konê ku hatî danîn, pankarta ‘’Ji komkujiyan re êdî bes e’’ û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê,KCK’ê, KJK’ê û Ciwanên Azad hatin daliqandin.
Her wiha pankartên ku komkujiyên li Kurdistanê şermezar dikin û daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin jî li kon hebûn.