Li Ewropa çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan dewam dikin

Li bajarên Halle û Essen ên Elmanyayê û bajarê Montpellîer ê Fransayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidar xistin.

HALLEN

Li bajarê Hallen ê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan.

Li bajarê Hallan ê Elmanyayê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agadarkirinê vedan. Di konê agahdarkirinê de belavok hatin belavkirin. Çalakiya ku gelê Kurd û dostên wan ziyaretkirin tecrîd, îzolasyon û faşîzma Erdogan protestokirin. Ji bo meşa 4’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê jî banga tevlîbûna xurt hate kirin.

ESSEN

Li stasyona navenda Essen (HBF) di pêşengtiya KOMAW’ê de çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hate xwendin û belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsaoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin. Di axftinên li ser navê KOMAW ve hate kirin de wiha hate gotin: “Heta ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin wê çalakiya xwe dewam bikin. Dîsa banga tevlîbûna xurt ji bo meşa navendî ya 4’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin, hate kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî heyetek ji jinên Kurd pêk tên, ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn serdana dezgeheke çapemeniyê ya bi navê France 3 TV û Mîdî lîberê, dosyayek pêşkêş kirin û têkildarî rewşê agahdar kirin.

Di çalakiyê de banga ji bo tevlîbûna meş girseyî ya ku wê 4’ê Mijdarê saet 15:00’an li Parka Montpellîer Peyroyê bê lidarxistin, hate kirin.

FRANKFÛRT

Komîsyona KPMAW a Frankfûrtê, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan li bajarê Elmanya Frankfûrtê standa agahdarkirinê veda. Di standa saet 15:00’an de li Haûptwachê hate vedan de bi sedan belavok hatin belavfkirin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan standa agahdarkirinê hate vedan.

Di standa li Meseûm Qûartîerê hate vedan de posterê Ocalan hate hildan. Her wiha pankartên bi nivîsa “Destê dirêjî rêbertiya me bibe wê bişkê” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hate vekirin.

Kurdistaniyên dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin, belavok belav kirin.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel a Viyana hate kirin de jî wiha hate gotin: “Heta ku agahiyek ji Rêber Apo bê girtin, wê çalakiyên me bê navber dewam bikin.