Li Evryê bibîranîna şehîdan

Li banliyoya Evryê ya Parîsê ya Fransayê ji bo şehîd Rodî Kakî (Yakûp Beyduz) çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Bibîranîna ku li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Evryê hate lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Xizmên Yakûp Beyduz û Kurdistanî beşdarî bibîranînê bûn.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan û Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Evryê Lamîa Seven axivîn. Bibîranîna bi sînevîzyon û sloganên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.