Li Essen, Eûskîrchen û Parîsê kongre hatin lidarxistin

Li NCDK ên Eûskîrchen, Essen û Parîsê kongre hatin lidarxistin û di kongreyan de bal hate kişandin ser mezinbûna mîsyona pêşengiyê ya jinan.

Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan Şengal kongreya xwe ya sêyemîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Essen ê Elmanyayê li dar xist. Li dû eşkerekirin û nirxandina rapora karê salekê û xwendina pêşnûmeya meclîsê, aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zeynep Dersim axivî.

Dersim da xuyakirin ku mîsyona pêşengiyê ya jinê ku bi tevgera azadiyê dest pê kir mezin bûye û got, "Ji bo me jinan, rêxistinbûn gelekî girîng e. Mînaka vê yekê jî hêza YPJ'ê ya li Rojava ye. Jinên li Ewropayê jî divê cihê xwe di nava karê meclîsan de bigirin. Dilsoziya bi Rêbertî û Kurdistanê re, her wiha serketina li dijî dijmin bi rêxistinbûnê dibe. Jinên Kurd ên li Kurdistanê tevî zext û êşkenceyê jî bi rola pêşengiyê radibin. Divê em jî vê êşa tê kişandin baş bibînin."

Berdevka Jinan a MLPD Essen-Muhlheîmê Sabîne Schweîzerhof jî beşdarî kongreyê bû û anî ziman ku karê wan ê ji bo wekîlên HDP'yî yên girtî dewam dikin û ji niha û pê ve jî wê vî karê xwe bidomînin.

Piştî axaftinan, 5 komîsyon (rêxistinbûn, dayikên aştiyê, têkiliyên derve, Rojava û perwerde) û 25 endamên wê hatin hilbijartin.

Ji bo berdevkiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan Şengal, Melahat Demîrtaş hate hilbijartin.

EÛSKÎRCHEN

Li bajarê Eûskîchen ê li eyaleta NRW a Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Eûskîrchenê kongreya xwe ya 2. li dar xist. Kongre bi beşdariya 120 delege û mêvanan li salona çalakiyan a Cîty Forûmê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê, NCDK a Meckenheîmê û Dîe Lînke axivîn û daxwaza serketinê ji navendê re kir. Li dû nirxandina raporên karê salekê hilbijartin hate kirin û 37 kes ji bo komîsyonên têkiliyên gel, edalet û lihevkirin, civakî, îdarî, têkiliyên derve û çandê hatin hilbijartin.

Done Evren û Mehmet Cengîz jî bûn hevserokên dema nû yên meclîsê.

PARÎS

Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê jî, Meclîsa Jinê ya Zîn kongreya xwe ya sêyemîn a asayî li dar xist. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin û dûre nivîsa perspektîfê ya TJK-E ya ji bo meclîsan hate xwendin.

Endama TJK-F Jiyan Ege piştre axivî û got, "Em bi hev re hene û bi hev re xurt in. Meclîs jî vê yekê îfade dike. Karê her komîsyonê wê kêmasiyên me ji holê rake. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku jinên me vê kongreyê, van meclîsan weke dengê xwe dibînin."

Di kongreyê de piştî nirxandina rapora karê salekê 6 komîsyon û meclîsa ji 42 kesan hatin hilbijartin.