Li Eşrefiyê operesyona binçav kirinê didome

Li Eşrefiyê operesyona binçav kirinê didome

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Sûriyeyê Helebê hêzên ewlekariya rêjîma Bass bi alîkariya alîgirên xwe bi behaneya lêgerîna li çekan dest bi operesyona binçav kirinê kir.

Li beşê ku di destê rêjîma Bass de ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piraniya wê şîniyên Kurd in, hêzên ewlekariya rêjîma Bass bi behaneya lêgerîna li çekan dest bi opersyona binçav kirina welatiyan kir û gelek kes girt binçavan.

Li gorî şahidên bûyerê hêzên rejîmê bi hinceta lêgerîna li çekan, dikevin malan û welatiyan digrin binçavan. Herwiha welatiyan diyar kir ku heta kal û pir jî digrin.

Piştî ku balafirên rêjîma Baas taxa Eşrefiyê bombebaran kir, hêzên ewlekariya rejîma Bass bi alîkariya alîgirên xwe dest bi operisyona girtinê kiribû û bi dehan welatî girt binçavan.