Li Erzîrom, Mûş û Aydinê 13 kes hatin girtin
Qirkirina siyasî ya bi ser siyasetmedarên Kurdan de berdewam e.
Qirkirina siyasî ya bi ser siyasetmedarên Kurdan de berdewam e.
Li Erzîrom, Mûş û Aydinê 13 kes hatin girtin.
ERZÎROM
Li navçeya Gogsî ya Erzîromê di navbera 1-10’ê Tebaxê de bi dehan kes hatibû girtin, ji van şeş kesên din jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî jî, ji 67 kesên ku di heman demê de hatibûn binçavkirin 11 kes jê hatin girtin.
MÛŞ
Li Mûşê jî hêzên dewleta Tirk roja 16’ê Tebaxê bi ser malan de girtibûn. Rêveberê berê yê HDP’ê Ebedîn Yîgît, serokê berê yê Komeleya Hevkarî û Alîkariya bi Rojava re yê berê Mehmetşah Uçar yên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtinn û şandin girtîgehê.
AYDIN
Li Aydinê di serdegirtinên malan de ji kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kes jê hatin girtin. Di heman serdegirtinên malan de ji kesên ku hatibûn binçavkirin 2 kes jê berê hatibûn girtin.