Li Ermenistanê fermandara PKK'ê Bêrîtan hate bibîranîn

Li Ermenistanê fermandara PKK'ê Bêrîtan hate bibîranîn

Kurdên li  Ermenistanê 21. salvegera şahadeta Bêrîtan,Gulnaz Karataş bi du civina  bi biranîn.

Li Ermenistanê  îro li du cihan salvegera şahdeta Bêrîtan(Gulnaz Karataş)bi du civina hat bi biranîn.Li herêma  Elegeze û Oktuberiyanê bi tevlîbuna Kurdistaniyê Ermenistanê dijên, kom civîn pêk hatin.Li herêma  Oktunberiya Endamê Komiteya kurdistanê Davut Karasu civin bi revê bir û di civînêda wiha a got: ”Xeta Bêrîtan li dijî dagirkerî, paşverutî ,cinsparêziyê, Şerekî dijwar hat mejandin û bu xeta azadî, berxwedan û fedayitiyê.Ev Xeta fedayitiyê û ya  însanetiyê di şexsê hevala Bêrîtan de li dijî kevperestiyê û bê rumetiyê bi ser ket.Ev xet bi dijwarî roj bi roj bi mezintir dibe.Îro li Rojava Hevênê xwe digire.Ev Hevên ji Rojava  ber bi  Rojhilata Navîn û cihane belav dibe.”

Li herêma Elegezê ji kom civînekî  hatin gel hev,û salvegera şahdeta heval Bêrîtan(Gulnaz Karataş)hat bir anîn.Di civînêde  jin û zaroka bi rengê xwe bal kişandin.  Di civînê de endamê Komîteya Kurdistanê  Medya Rêzan civîn bi rêve bir. Medya Rêzan di civinê de axivî û wiha  got: ”xeta heval Bêrîtan xeta  berxwedanê ye,  ji bo jina Kurd buye felsefakî jiyan û tekoşinê.Îro jin li her çarparçê Kurdistanê,li hember pergala mêr bi hemû hêza xwe rawestiyaye û  li hemû kedê jiyanê, li ser esasê jiyana azad xwe bi rexistin kir û Îro bûye azadiya gelan.”

Di dawîyêda civin bi sologana û “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok APO”  û “Şehid namirin” bi çepik û tililiya bi dawî bû.