Li Ermenistanê 15’ê Sibatê hate protestokirin

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, di salvegera xwe ya 22’an de li herêma Elegez a Ermenistanê hate protestokirin.

Li qada li navenda Elegez a Êrîvanê îro saet di 12:00’an daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Ji gundên derdorê jî tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê çalakgeran endama Koordînasyona Komîte Kurdistan Yûrik Davoyan û endama Yekitiya Jinên Azad Çîçek Rizgar daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 15’ê Sibatê ji bo me gelê Kurd rojek reş e. Berî 23 salan Rêberê me bi komployek navdewletî dîl hate girtin û radestî dewleta faşîst a Tirk kirin. Îro li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye.”

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin; “Tecrîd di kesayeta Rêbertiyê de li ser gelê Kurd û mirovahiyê tê pêkanîn. Erka me ya sereke ev e ku em têkoşîna xwe em bigihînin asta ku Rêbertiyê azad bike. Êdî tenê gotina bila tecrîd rabe têra me nake, pêvajo di kesayeta Rêbertiyê de dema azadiyê ye. Komploya navneteweyî bi şêweyekê hîn dom dike. Pêwîst e em hemû destê hev bigirin bi têkoşîna xwe komploya navneteweyî ya li ser Rêbetiya xwe pûç bikin.”

Di daxuyaniyê de berxwedana grevên birçîbûnê jî hate silavkirin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.