Li Enqereyê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene /HAT NÛKIRIN ll

Li navenda paytexta Tirkiye Enqereyê di saetên şevê de teqînek mezin pêk hat. Tê payîn ku teqîn ji sedema wesayîtekî bombebarkirî pêk hatibe, hat ragihandin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Kizilay a ku weke dilê Enqereyê tê zanîn, di saeên şevê de teqînek dijwar pêk hat. Li nêzîkî nuqteyek a polîsên hêzên çewîk ên li derdora Guvenparkê pêk hatiye, li cihê teqînê otobîseke gel jî hebû û herî kêm 6 wesayît dişewitin.

Li gorî şahidan di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Birîndar jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên derdor.

Bi teqîna îro li Enqereyê pêk hat ji 10’ê Cotmehê û vir ve ev êrîşa bombeyî ya sêyemîn e.