Li Enqereyê teqîn: 2 mirî

Li Enqereyê teqîn: 2 mirî

Di êrîşa bombeyî ya li dijî sefaretxaneya DYA ya li Enqereyê, li gorî agahiyên destpêkê du kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî teqînê gelek ambulans û îtfaye şandin cihê bûyerê. Di teqîna li ber deriyê duwem yê ketina avahiyê de ji ber tundiya wê dîwarê avahiyê herifî, polîsên tedbîrên mezin girtin. Tê ragihandin ku, li derdorê perçeyên cesedan hene. Vê jî rê li ber gûmanên êrişekî întîhariye.

Li gorî agahiyên destpêkê du kesan jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku, yek ji kesê jiyana xwe ji dest daye dibe yê ku çalakî pêkanî be. Lê belê hêjan agahiyek zelal tuneye.