Li Enqereyê li dijî 'polîsên cemaetê' operasyon!

Li Enqereyê li dijî 'polîsên cemaetê' operasyon!

Bi îdîaya 'li derveyî qanûnan li mirovan guhdarî kirine' li hemberî polîsên nêzî cemaetê ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve operasyon hat destpêkirin.

Li dû lêpirsînên nelirêtiyê yên 17-25'ê Kanûnê, operasyonên hikûmetê yên li hemberî cemaetê û rêxistinbûyîna cemaetê ya di nava dewletê de, dewam dike. Îro danê sibê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, bi îdîaya ku bi awayekî dij-qanûnî li mirovan guhdarî kirine, li hemberî polîsên nêzî cemaetê dest bi operasyonê kir.

Di çarçoveya operasyonê de li hin navnîşanan lêgerîn hatin kirin û hat ragihandin ku tevî midûran der heqê 18 kesan de biryara girtinê heye.

Hat diyarkirin ku Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê Omer Altiparmak û Alîkarê berê yê Midûrê Emniyeta Enqereyê Lokman Kircili jî di lîstiya yên bên binçavkirin de cih digirin.