Li Enqereyê helîkoptera leşkerî ket: 4 mirî

Li Enqereyê helîkoptera leşkerî ket: 4 mirî

Li nêzî Golbaşi ya Enqereyê, di dema firîna perwerdeyê de helîkoptereke leşkerî ket xwarê. Hat ragihandin, di bûyerê de 2 jê leşkerên payebilind ên pîlot, 4 kes mirine.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di dema wezîfeya perwerdeyê ya li navçeya Enqere Golbaşiyê, pêwendî bi helîkoptera leşkerî qut bûye.

Hat ragihandin di encama ketina helîkoptera bi tîpa Skorsky de serdarekî artêşa Tirk ê pîlot, serpel ê pîlot û 2 teknîsiyen mirine.

Maşînên arkujan ber bi herêmê ve hatin veguhastin.