Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê, serdegirtin li malên gelek kesan hate kirin ku nivîskar, parêzvanên mafên mirovan û parêzer jî di nav de hene.
Vîdeo-aktîvîst Sîbel Tekîn û şêwirmenda Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Songul Akbay hatin binçavkirin.
Tê gotin der barê aktîvîstê KAOS GL Alî Erol û parêzer Kemal Ûlûsoy de jî biryara binçavkirinê heye û fikar hene ku hejmara mirovên bên binçavkirin zêde bibin.
Li gorî agahiyan, binçavkirin bi hinceta parvekirina li ser medya civakî hatiye kirin.