Li Enqereyê gelek kedkarên tenduristiyê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk, Serokê Giştî yê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç jî di nav de gelek kedkarên tenduristiyê destgîr kirin.

Polîsan êriş birin ser kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê daxwaza mafên xwe dikirin.

Di encama êrişa polîsan de Serokê Giştî yê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Alî Karakoç, endama Desteya Rêveber a ATO'yê Ayşe Ûgûrlû, Hevserokên Şaxê Enqereyê yên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Kûbîlay Yalçinkaya û Nazan Karacabey, Îbrahîm Kara, Yuksel Delce, Mahmût Konûk, Osman Çokaman hatin destgîrkirin.

Piştî destgîrkirinê, kedkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê tevlî çalakiya protestoyî bûn.