Li Enqereyê êrîşî 2 karkerên Kurd hate kirin

Du karkerên bira yên ji Qersê yên li Enqereyê di avahiyê de dixebitîn, komeke nijadperest êrîşî wan kir. Koma êrîşkar karkerê bi navê Haci Çelîk ji katê pêncan avêtin. Çelîk rakirin nexweşxaneyê.

Li Taxa Karpapûrçûk a navçeya Altindag a Enqereyê, komeke nijadperest êrîşî du birayên hev Haci Çelîk (30) û kekê wî Îsrafîl Çelîk (45) kirin ên ku li ser înşeatê dixebitîn. Li gorî agahiyên bi dest ketine, ji birayên Çelîk ku paqijiya înşeatê dikirin re hatiye gotin ku 'Hûn tozê radikin.' Li ser vê herdu bira derdorê şil dikin û wisa paqijiyê dikin. Lê bela dema herdu birayan paqijî dikir yek jê jin 3 kesan êrîşî wan kir. Paşê komeke nêzî 20 kesî yên li derdorê jî êrîşî wan kir. Hat hînbûn ku hin kesên nîjadperest di dema êrîşê de gotine: "Em we li van deran naxwazin. Jixwe hûn Kurd in, hûn me aciz dikin."

Di dema êrîşê de ji koma nîjadperest çend kesan Haci Çelîk ji qata pêncan a înşeatê avêtin xwarê. Di avêtinê de Çelîk ket şaneşîna qata jêrê û bi giranî birîndar bû. Hat hînbûn ku stû, serî û milên Çelîk şikiyane. Çelîk rakirin Nexweşxaneya DişKapiyê. Her wiha Îsrafîl Çelîkê ku hat derbkirin jî, li ser piyan hatiye tedawîkirin û rewşa wî baş e.

Piştî malbata Çelîk û endamên HDP'ê pê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê. Li baxçeyê nexweşxaneyê çend kesan bi devkî endamên HDP' tacîz kirine û gotine: "Eger çeka min hebûya min ê we hemû bikuşta."

Li gorî agahiyên bi dest ketin, herdu bira ji Qersê ne û nêzî 15 sal in li heman taxê ne û HDP'î ne. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji ber ku birayên Çelîk endamên HDP’ê ne, êrîş li wan hatiye kirin.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê, ji êrîşkaran tu kes destgîr nekirin.